Nordkurdiska – Northern Kurdish – Kurmancî

Xeta Aramiya Jinê, 020-50 50 50, telefoneka piştgiriyê ya netewî ye û ji bo ew kesan e ku li hemberî wan şideta fizîkî, pisîkolojî yan jî ya cinsî hatiye bikaranîn. Meriv û heval jî dikarin bi kêfxweşî telefona me bikin. Em şevûroj vekirîne û tu li kî derêya Swêdê bî jî tu bêlaş telefona me dikî. Axaftina te ya telefonê di fatûreya telefonê de diyar nabe.

Tu dikarî telefona Xeta Aramiya Jinê bikî ger tu dixwazî li ser serpêhatiyên xwe li gel yekî biaxifî yan tu dixwazî pirsa tiştekî bikî. Em yên ku axaftina te ya telefonê werdigirin ya sosyonom in yan jî hemşîre ne û em fêrbûne ku mirovên di rewşeka zahmet ya jiyanê de derbas dibin bibînin. Sonda me ya sirveşartinê heye û ger tu bixwazî tu dikarî anonîm bimîni. Tu dikarî tenê tiştê ku tu dixwazî û taqet dikî bêjî.

Wezîfa me ew e ku em guhdariya te bikin û pitşgiriyeka profesyonel bidin te. Tu dikarî li ba me şîretên bikêrhatî werbigirî da ku tu bikaribî rewşa xwe ya vêga biguherînî û berdewam bikî.

Em dikarin ji te re bêjin ka tu li belediya xwe dikarî çi alîkarî werbigirî û ka tu di lênêrîna nexweşî û laşsaxiye de dikarî serî li ku bidî. Eger tu bixwazî em dikarin ji te re bêjin ka tu dê çewa şikayetê li ba polîs jî bikî.

Ger tu bi swedî nikaribî biaxifî, em dikarin bi gelek zimanan servîsa tercumaniyê bi telefonê ve girê bidin.

Heta ku terciman bê girêdan li ser xeta telefonê bimîne. Ev dikare 15 deqîqeyan bikişîne.

Tu tenê ji telefonên li Swêdê dikarî telefona Xeta Aramiya Jinê bikî.

Xeta Aramiya Jinê bi wezîfedarkirina hikûmetê ji aliyê Navenda Netewî ji bo aramiya jinê li universîteya Uppsala yê û nexweşxaneya Akademiska yê ve tê bi rê ve birin.